Mehmet Emîn Karayilan li Bêrecûkê hate veşartin

Kekê endmê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan welatparêz Mehmet Emîn Karayilan ku ji ber krîza dil koça dawî kir, li nvaçeya Bêrecûk a Rihayê hate veşartin.

Kekê endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan Mehmet Emîn Karayilan di 74 saliya xwe de koça dawî kir.

Li gorî agahiyan, Mehmet Emîn Karayilan dema ku li nexweşxaneyê serdana keça xwe dikir ku dihate dermankirin, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Karayilan ji morga Goristana Yeşîlkent a Dîlokê hate wergirtin û birin Bêrecûkê.

Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenazeyê Karayilan li ber duayan li Goristana taxa Sakiltanê hate veşartin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî, rêveberên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Li gorî agahiyan serdanên sersaxiyê yên ji bo Mehmet Emîn Karayilan wê li taxa Sakiltanê bêne qebûlkirin.